Li Semsûrê qeza: Mirî û birîndar hene

Li navçeya Kolikê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, derengê şeva borî otomobîlek wergeriya, di vê qezayê de kesek mir û 6 kes birîndar bûn

18 Hezîran 2024 - 08:22
18 Hezîran 2024 - 08:22
 0
Li Semsûrê qeza: Mirî û birîndar hene

Li ser rêya Kolik û Siwêregê li nêzîkê gundê Alûtê yê Kolikê otomobîla ku ajokarê wê B.O. bû ji rê derket û wergeriya.

Di bûyerê de 7 kesên di otomobîlê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê.

Esmer Ozdemîra 34 salî ya ku birînên wê giran bûn li nexweşxaneyê mir.

Tedawiya her 6 kesên din jî berdewam dike.

 

Ev nûçe bi tevahî 765 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:35:29