Li Sêrtê her cure çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin

Li bajarê Sêrtê yê bakurê Kurdistanê her cure çalakî û xwepêşandan ji bo du hefteyan hatin qedexekirin.

28 Çile 2023 - 07:38
28 Çile 2023 - 07:38
 0
Li Sêrtê her cure çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin

Parêzgeha Sêrtê di derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku, ji ber operasyonên li dijî PKKê yên li Iraq û Sûriyê, eger heye alîgirên wê rêxistinê çalakiyan bikin û ji bon astengkirina wan li nav sînorên bajarê Sêrtê her cure çalakî û xwepêşandan hatine qedexekirin.

Li gorî daxuyaniyê, dema qedexeyê ji 30ê Çileya 2023an des tpê dike û heta du hefteyên din berdewam dibe.

Ev nûçe bi tevahî 629 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:54:54