Li Sêrtê teqîn: Leşkerek birîndar bû

Li gundê Osiyan a navçeya Berwarî ya Sêrt a Bakurê Kurdistanê di encama teqîna mînekê de leşkerek birîndar bû û hat diyarkirin ku li herêmê operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin.

7 Hezîran 2023 - 07:24
7 Hezîran 2023 - 07:24
 0
Li Sêrtê teqîn: Leşkerek birîndar bû

Teqîna mînê îro Çarşemê 7ê Hezîrana 2023an di dema derbasbûna leşkeran de li derdora gundê Osiyan a Berwariyê qewimî. Di dema derbasbûna leşkeran de di encama teqîna mînekê de leşkerek birîndar bû.

Leşkerê birîndar bi helîkopterê birin Fermandariya Komando ya 3emîn a Sêrtê ji wir jî bi ambulansê birine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.

Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya leşkerê birîndar baş e.

Piştî teqînê li herêmê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 954 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:56:49