Li Sêwasê otobusa rêwiyan wergeriya: 24 kes birîndar bûn

Li navçeya Îmranli ya Sêwasê di encama wergeriya otobusa rêwiyan de, 24 kes birîndar bûn.

4 Îlon 2024 - 07:41
4 Îlon 2024 - 07:41
 0
Li Sêwasê otobusa rêwiyan wergeriya: 24 kes birîndar bûn

Li gor agahiyên destpêkê, otobusa rêwiyan a ku ji Enqereyê diçû Wanê, li herêma Kemreliyê ya ser rêya Sêwas-Erzinganê wergeriya.

Li ser agahiya welatiyan, tîmên tenduristiyê yên lezgîn, polîs û cendirme ber bi cihê bûyerê ve ketin rê.

Li gor zanyariyan, di bûyerê de 24 kes birîndar bûn. Birîndar ji bo nexweşxaneyên bajêr yên cuda cuda hatin rakirin û dermankirin.

Li ser bûyerê lepirsîn hatin destpêkirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 636 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:06:52