Li Sêwazê otobusek ji rê derket: 2 mirî, 23 birîndar

Li navçeya Maciranê ya parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê otobusa rêwiyan wergeriya û 2 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn.

2 Avrêl 2025 - 11:02
2 Avrêl 2025 - 11:02
 0
Li Sêwazê otobusek ji rê derket: 2 mirî, 23 birîndar

Otobusa ku ji bajarê Yalovayê yê Tirkiyeyê rêwî vediguhastin bajarê Erzinganê yê Bakurê Kurdistanê li navenda navçeya Maciranê ji rê derket û qulibî.

Di encama qezayê de 2 kes li cihê bûyerê mirin û 23 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên AFADê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên Sêwazê.

 

Ev nûçe bi tevahî 265 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:54:06