Li Sêwazê xwişk û birayek li mala xwe kuştî hatin dîtin

Li parezgeha Sêwazê li apartmaneke du xwişk û bira di nav xwînê de hatin dîtin.

7 Gulan 2025 - 10:16
7 Gulan 2025 - 10:16
 0
Li Sêwazê xwişk û birayek li mala xwe kuştî hatin dîtin

A.Ş.ya dayîk dema çû malê, kurê xwe Umutcan Şîmşekê 22 salî û keça xwe Melîsa Şîmşeka 16 salî di nav xwînê de dîtin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.

Di lêkolîna tîmên tenduristiyê û polîsan de hat tesbîtkirin ku qirikên Umutcan Şîmşek û Melîsa Şîmşekê bi kêrê hatine birîn û wan canê xwe ji dest daye.

Birêvebirê Ewlehiyê yê Sêwazê Burhan Akçay jî çû cihê bûyerê û agahî wergirtin.

Lêkolîna tîmên polîsan a li cihê bûyerê didome.

 

Ev nûçe bi tevahî 250 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:56:21