Li Sîdekanê êriş: Pêşmergeyek şehîd ket

Li gundê Nawirdarokê yê qezaya Sîdekanê ya Hewlêrê Pêşmergeyek şehîd ket.

19 Avrêl 2024 - 07:11
19 Avrêl 2024 - 07:11
 0
Li Sîdekanê êriş: Pêşmergeyek şehîd ket

Li gorî agahiyên destpêkê, êriş ji aliyê Tirkiyeyê ve bi balafirên şer hatiye kirin.

Navê Pêşmergeyê ku şehîd ketiye Serwer Qadir e.

Qaymeqamê Sîdekanê Îhsan Çelebî ji ajansa Rûdawê re ragihand ku Serwer Qadir 34 salî bû û bavê sê zarokan bû.

Îhsan Çelebî ragihand ku bombebaranê doh saet 18:30î rû daye lê agahî îro berê sibehê hatiye.

Li hêla din, xelkê cenazeyê Serwer Qadir rakiriye Nexweşxaneya Soranê.

 

Ev nûçe bi tevahî 553 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:19:51