Tirkiyê baregeheke PKKê li Şingalê bombebaran kir

Droneke Tirkiyê baregeheke PKKê li qezaya Şingalê bombebaran kir û

16 Gulan 2023 - 07:42
16 Gulan 2023 - 07:42
 0
Tirkiyê baregeheke PKKê li Şingalê bombebaran kir

Balafireke bê firokevan beriya kêliyekê Komelgeha Xanesorê li Şingalê bombebaran kirin.

Li gor agahiyan, dronekê avahiyek li navenda Komelgeha Xanesorê kiriye armanc.

Nûçegihanê Rûdawê li herêmê ragihand, ku du caran li ser hev navenda bajarokê Xanesorê hatiye bombebarankirin.

Derbarê zirrarên muhtemel de hêj ti zanyarî nehatine bidestxistin.

Herwiha hêj nayê zanîn ku dron a kîjan welatî bûye. Lê belê navçeya Şingalê berê çendîn caran ji aliyê Tirkiyê ve hatiye bombebarankirin.

Li aliyekê din, medyayên nêzîkî PKKê ragihandine, ku dorneke keşfê li ser esmanê Kampa Penaberan a Mexmûrê digere, lê hêj ti agahî têkildarî êrîşa ser kampê nehatiye belavkirin.

Ev nûçe bi tevahî 811 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:25:19