Li Şirnexê cerdevanekî bi şaşî xwe kuşt

Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, cerdevanekî di dema “operasyonê” de bi şaşî xwe kuşt.

25 Mijdar 2023 - 03:53
25 Mijdar 2023 - 03:53
 0
Li Şirnexê cerdevanekî bi şaşî xwe kuşt

Li gorî nûçeya Şirnak Haberê, cerdevanê girêdayî Fermandariya Qereqola Kizilsuyê yê Fermendariya Cendirmeyan a Şirnexê Faruk Bîrlîk, di dema “operasyonê” de bi şaşî gule li xwe reşandin û mir.

Tîman cenazeyê Faruk Bîrlîk ji bo otopsiyê veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Piştî encamên otopsiyê, dê cenazeyê Birlik li gundê Şêxreşê yê Şirnexê were veşartin.

Li gorî agahiyan, Faruk Bîrlîk bavê 4 zarokan e.

Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 623 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:15:43