Li Şirnexê teqîn: 5 birîndar

Li gorî agahiyan, îro duşemî 16ê Çileya 2017ê, li navenda bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê teqînek qewimî.

16 Çile 2017 - 11:12
16 Çile 2017 - 11:12
 0
 Li Şirnexê teqîn: 5 birîndar

Li navenda bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê teqînek çê bû û di encamê de çend kes birîndar bûne.

Li gorî agahiyan, îro duşemî 16ê Çileya 2017ê, li navenda bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê teqînek qewimî.

Di encama teqînê de herî kêm 5 kes birîndar bûne.

Hat ragihandin, teqîn di demekê de pêk hat, ku makîneyên şîrketekê mijûlî çêkirina hêlên boriyên ava vexwarinê ya navenda bajarê Şirnexê bûn.

Piştî teqînê, hêzên ewlehiyê û tîmên hawarhatinê yên Tirkiyê li cihê bûyerê amade bûn û kesên birîndar bo dermankirinê veguhastin nexweşxaneyê.

Derbarê sedema teqînê de hêj ti zanyarî nehatiye belavkirin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li derdora cihê teqînê rêkarên ewlehiyê tund kirine û dest bi lêkolînê kirine.

Ev nûçe bi tevahî 2080 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:23:45