Li Şirnexê 10 kes bi 'hinceta PKKyê' hatin desteserkirin

Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, 10 kes bi “hinceta PKKyê” hatin desteserkirin.

2 Gulan 2024 - 12:43
2 Gulan 2024 - 12:43
 0
Li Şirnexê 10 kes bi 'hinceta PKKyê' hatin desteserkirin

Fermandariya Cendirmeyan a Şirnexê, bi hinceta ku “endamên Yekitiya Parastina Sivîl (YPS) in” ji bo desteserkirina 10 kesan operasyon li dar xist.

Di operasyonê de 10 kes hatin desteserkirin.

Hezên ewlehiyê ew ji bo karên îfadewergirtinê birin Fermandariya Cendirmeyan a Şirnexê.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

 

Ev nûçe bi tevahî 718 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:17:07