Sûriye çekên giran dişînê Siwêdayê!

Hikûmeta Sûriyeyê gelek hêzan û çekên giran dişîne parêzgeha Siwêdayê.

2 Gulan 2024 - 12:41
2 Gulan 2024 - 12:41
 0
Sûriye çekên giran dişînê Siwêdayê!

Li gorî ajansên cihî, hikûmet ji sê rojan ve gelek hêzên leşkerî û gelek çêkên giran dişîne Siwêdayê.

Li gorî agahiyan, ew hêz bi tank û topên giran li balafirgehên leşkerî û navendên îstixbarata Sûriyêyê tên bicihkirin.

Li Siwêdayê ji Tebaxa 2023yan ve li dijî Hikûmeta Sûriyeyê xwepêşandan tên kirin.

Şandina çekan giran tirs xistiye dilê şêniyên Siwêdayê.

Siwêda li başûrê Sûriyeyê û li ser sînorê Urdinê ye, piraniya şêniyên wê Dirûz/Durzî ne.

 

Ev nûçe bi tevahî 1072 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:54:59