Li Şirnexê çûnûhatin û li Mêrdînê jî çalakî hatin qedexekirin

Li Şirnexê di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de, heta 15 rojan ji çûnûhatinê re hate qedexekirin. Li Mêrdînê jî her cure çalakî û xwenîşandan hatin qedexekirin.

14 Cotmeh 2023 - 04:28
14 Cotmeh 2023 - 04:28
 0
Li Şirnexê çûnûhatin û li Mêrdînê jî çalakî hatin qedexekirin

Parêzgariya Şirnexê ragihand, dorûbera Çiyayê Cûdî, Çiyayê Gabar, Besta û Feraşînê heta 15 rojan wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatine ragihandin.

Parêzgariya diyar kir jî, ji bo parastina mal û canê welatiyan, çûnûhatin li wan navçeyan hatiye qedexekirin.

Ji aliyekî din ve Parêzgeha Mêrdînê jî bi daxuyaniyekê eşkere kir, her cure çalakiyên wek xwenîşandan, meş, civînên girseyî û civînên rojnamevanî heta heft rojan hatine qedexekirin.

Berî niha jî parêzgehên Dêrsim, Çêwlik û Diyarbekirê her cure çalakî û xwenîşandanan qedexe kiribûn.

Ev biryar di demekê de tên girtin, Partiya Demokratîk a Gelan û Partiya Çep a Kesk ev çend roj in li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê li dijî operasyonên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê xwenîşandanan dikin.

Ev nûçe bi tevahî 842 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:40:46