Li Şirnexê kesekî hevjîn û 3 keçên xwe kuştin

Li Şirnexê kesekî bi navê Hasan Karaaslan hevjîn û 3 keçên xwe dema di xewde bûne bi tifingê kuştin.

24 Tebax 2022 - 03:19
24 Tebax 2022 - 03:19
 0
Li Şirnexê kesekî hevjîn û 3 keçên xwe kuştin

Li navçeya Hezex ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê kesekî bi navê Hasan Karaaslan hevjîn û 3 keçên xwe dema di xewde bûne bi tifingê kuştin.

Li gor agahiyan îro Çarşembê 24ê Tebaxa 2022ê demjimêr 01:30ê li taxa Nû, Hasan Karaaslanê 40 salî hevjîna xwe ya bi navê Leyla û keçên xwe Derya, Melek û Şerife dema di xew de bûne bi tifingê gule li sere wan daye û kuştiye.

Hat zanîn ku piştî bûyerê Hasan Karaaslan xwe radestî polîsan kiriye li tawanê xwe mikur hatiye ku wî hevjîn û zarokên xwe kuştine.

Li gor zanyariyan termê 4 kesên hatine kuştin bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatine veguhestin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam e.

Ev nûçe bi tevahî 529 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:36:21