Li Şirnexê pevçûna malbatan: 3 kes birîndar bûn

Li navçeya Cizîrê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ve 2 malbatan bi dar û keviran pevçûn. Di şer de 3 kes birîndar bûn.

28 Hezîran 2023 - 16:28
28 Hezîran 2023 - 16:28
 0
Li Şirnexê pevçûna malbatan: 3 kes birîndar bûn

Li gor zanyariyan êvara Çarşemê 28ê Hezîrana 2023an li taxa Kale ya navçeya Cizîrê di navbera dû malbtan de ji ber sedemek nediyar nîqaş derket.

Piştî demekê endamên herdu malbatan bi dar û keviran pevçûn û 3 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

Hat ragihandin ku hêzên ewlekariyê derbarê bûyerê de lêkolîn daye detspêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 652 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:56:27