Li Şirnexê qeza: 5 kes birîndar bûn

Li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de 5 kes birîndar bûn.

26 Îlon 2023 - 06:40
26 Îlon 2023 - 06:40
 0
Li Şirnexê qeza: 5 kes birîndar bûn

Şevê din li navçeya Cizîrê, li ser cadeya Orhan Doganê otomobîlek û kamyonetek li hev qelibîn.

Di bûyerê de 5 kesên di otomobîlan de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîman birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Selahattin Cîzrelîogluyê.

Rêya ku derdora demjimêrekê ji çûn û hatinê re hat girtin, piştî ku otomobîlên li hev qelibîbûn hatin rakirin, dîsa hat vekirin.

Ev nûçe bi tevahî 684 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:56:58