Li Sêrtê xaniyek hilweşiya: Mir û birîndar hene

Li gundekî Şêrwana navçeya Sêrtê ji ber barîna barana zêde avahiyek hilweşiya. Di bûyerê de 3 kesan jiyana xwe jidest da û 5 kes jî birîndar bûn.

30 Mijdar 2017 - 03:31
30 Mijdar 2017 - 03:31
 0
Li Sêrtê xaniyek hilweşiya: Mir û birîndar hene

Îro li gundê Soganli yê navçeya Şêrwana Sêrtê ji ber barîna barana zêde avahiya aîdî Cemal Coşkun hilweşiya. Gundiyan cenaze û birîndar ji bin avahiya hilweşiyayî deranîn.

Di bûyerê de ji 8 kesên malbatê bav Cemal Coşkun û 2 kurên wî Omer û Yusuf Coşkun jiyana xwe ji dest dan, dayîk û 4 zarokê din ji aliyê gundiyan ve bi birîndarî hatin rizgarkirin. Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewlet a Şîrwanê.

Ev nûçe bi tevahî 1850 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:40:51