Ji ENKS'ê di derbarê gefên Tirkiyê de daxuyanî!

Encumena Niştimaniya Kurdên Sûriyê (ENKS) destnîşankir ku Tirkiye bi pêkanîna operasyona leşkerî gefê li Efrînê dixe.

30 Mijdar 2017 - 03:14
30 Mijdar 2017 - 03:14
 0
Ji ENKS'ê di derbarê gefên Tirkiyê de daxuyanî!

Ofîsa Efrînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand: \"Di dema dawî de Tirkiyê û girûpên çekdar yên bi ser wê ve, gefên bê sedem ji bo encamdana operasyoneke serbazî li devera Efrînê dikin.\"

Xwecihiya ENKS li Efrînê got: \"Heger operasyonek weha li Efrînê bê kirin wê rewşeke mirovî metrisîdar çêbibe, ji ber ku hejmareke mezin ji welatî û koçberan li Efrînê dijîn û ji mafê xelkê Efrînê ye berevaniyê li xwe bikin.\"

Ev nûçe bi tevahî 1321 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:33:10