Li Stenbolê li dijî DHKP-Cyê operasyon
Tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Dijteror a Midûriyeta Ewlehî ya Bajêr li Stenbolê li gelek navçeyan li hemberî DHKP-Cyê operasyoneke hemdemî li dar xist.

Li gorî zanyariyên ku hatine bidestxistin, Tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Dijteror a Midûriyeta Ewlehî ya Bajêr li navçeyên Stenbolê yên Sultangazi, Şişli, Beyoglu, Kartal, Umraniye û Sancaktepeyê li hemberî rêxistina DHKP-Cyê operasyoneke hemdemî li dar xist.
Di operasyona ku navnîşanên wê berê hatibûn diyarkirin de ji xeyrî polês û tîmên taybet helîkopteran jî ji hewayê piştgirî da.
Poles û tîmên taybet deriyên avahiyan bi sere baranan şikandin û di nava malan de lêgerîn kirin. Hê jî nayê zanîn gelo di operasyonê de kes hatiye binçavkirin an na.
Nûvekirina herî dawî: 21:25:09