Li Stenbolê pevçûn: Polîsek hat kuştin
Li navçeya Kagithaneyê ya Stenbolê, şeva borî di pevçûnekê de polîsek hat kuştin.

Li navçeya Kagithaneyê ya Stenbolê, şeva borî di pevçûnekê de polîsek hat kuştin.
Polîsek jî hat birîndarkirin û birîna wî xedar e.
Tîmên Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê, şevê din li navçeya Kagithaneyê di operasyonekê de bi ser navnîşanekê de girt.
Kesên li wê derê bi çekên lûledirêj û demançeyan êrişî polîsan kir û di navbera wan de şer qewimî.
Di pevçûnê de polîsê bi navê Hakan Tellî hat kuştin û polîsê bi navê A.Y.Ç. jî bi giranî birîndar bû.
Gumanbarek hat kuştin
Herwiha di operasyonê de gumanbarek hat kuştin û 4 jî hatin girtin.
Yek ji gumanbarên ku hatiye girtin bi giranî birîndar e.
Li aliyê din, Parêzgariya Stenbolê li ser bûyerê daxuyanî da û ragihand:
“Li ser giliyekî polîs çûne navnîşanekê û gumanbaran bi çekên lûledirêj û demançeyan êrîşî polîsan kir.
Polîsên bi navê Hakan Tellî û A.Y.Ç. bi giranî birîndar bûn.
Bi hatina polîsên din re operasyon hat kirin û kesê bi navê D.A. hat kuştin.
Kesên bi navê O.A. bi birîndarî û G.D, K.T. û A.A. jî bi saxî hatin girtin.
Hakan Telliyê ku birîndar bû, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da û dermankirina A.Y.Ç. jî didome.”
Li gorî zanyariyan, hinek gumanbar jî ji cihê bûyerê reviyane.
Nûvekirina herî dawî: 20:45:02