Li Sêwazê erdhejeke bihêz çêbû

Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4.4 pileyan çêbû.

20 Çile 2024 - 04:20
20 Çile 2024 - 04:20
 0
Li Sêwazê erdhejeke bihêz çêbû

Rêveberiya Kareseat û Rewşên Bilez (AFAD) li ser erdhejê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Kareseat û Rewşên Bilez (AFAD), demijimêr 01:27an li navçeya Gurinê ya Sêwazê erdhejeke bi hêza 4.4 pileyan çêbûye.

Li gorî AFADê ew erdhej li kûrahiya 5.33 kîlometrayan çêbûye.

Parêzgariya Sêwazê diyar kir ku heta niha ti rewşên neyînî nehatine ragihandin.

Ev nûçe bi tevahî 931 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:18:01