Li Wanê aşût: 2 otomobîl di bin berfê de man

Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, ji ber ku berf zêde barî û bager çêbû aşût ket ser rêya Wan û navçeya wê Miksê.

28 Berfanbar 2023 - 09:51
28 Berfanbar 2023 - 09:51
 0
Li Wanê aşût: 2 otomobîl di bin berfê de man

Ji ber aşûtê rê hat girtin û 2 otomobîlên ku şofêran di rê de hiştîbûn jî di binê berfê de man.

Ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê hefteya borî rêya Wan û Miksê hat girtin.

Piştî ku baranê lê kir tîmên bi makîneyên kar dest bi xebatên rêvekirinê kir.

Li hin cihan stûriya berfê digihêje 3 metreyan.

Yek ji otomobîlên di binê berfê de mabûn li kêleka rê hat dîtin.

Ji bo ku rê bi tevahî bê vekirin ekîb dixebitin.

Ev nûçe bi tevahî 1113 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:46:31