Li Wanê di dema vekirina rê de aşût ket

Li navçeya Miksê ya parêzgeha Wanê di dema kar û xebatên vekirina rêyan de aşût ket û tîmên vekirina rêyan karê xwe rawestand.

24 Sibat 2024 - 05:32
24 Sibat 2024 - 05:32
 0
Li Wanê di dema vekirina rê de aşût ket

Li parêzgeha Wanê zivistana dijwar berdewam e û li cihên bilind sitûriya berfê gehiştiye nêzîkî 5 metreyan.

Li Girê Timisê yê navçeya Miksê dema tîmên girêdayî Şaredariya Wanê dixwest bi makîneyên kar berfê paqij bikin û rêyan vekin aşût bi ser wan de hat û ji ber vê yekê karê xwe rawestand.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê hişyarî da ku li çend parêzgehan barîna berfê berdewam e û ku yek ji wan jî parêzgeha Wanê ye.

Ev nûçe bi tevahî 714 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:25:41