Li Wan û Colemêrgê rêya 39 gundan hat girtin

Li parêzgehên Wan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê, îro 8ê Çileya 2023ê ji ber berfê rêya 39 gundan hat girtin.

9 Çile 2023 - 02:32
9 Çile 2023 - 02:32
 0
Li Wan û Colemêrgê rêya 39 gundan hat girtin

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber berf û pûkê rêya 30 gundan hatiye girtin û tîmên şaredariyê ji bo vekirina rêyan dest bi xebatan kirine.

Li navçeya Rêya Hermûşê (Îpekyoluyê) ya Wanê jî tîmên şaredariyê berfa cade û kolanan paqij dikin. Herwiha welatiyên Wanê di hişkesaliyê de bi barîna berfê kêfxweş bûn.

Li navçeya Şemzînanê ya parêzgeha Colemêrgê jî ji ber berfê rêya 9 gundan hat girtin.

Tîmên Rêveberiya Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan dest bi xebatê kirin.

Li gor Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyê, tê pêşbînîkirin li parêzgehên Qers, Mûş, Bedlîs, Wan û 12 parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê û li 29 parêzgehên Tirkiyê bo dema hefteyekê berf bibare.

Ev nûçe bi tevahî 711 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:37:09