Li Wanê 2 rojan her tişt qedexe ye

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi biryara parêzgariyê meş, çalakî û civînên li derve 2 rojan hatin qedexekirin.

12 Tebax 2023 - 04:19
12 Tebax 2023 - 04:19
 0
Li Wanê 2 rojan her tişt qedexe ye

Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyekê ragihand ku rojên Şemî û Yekşemê 12 û 13ê Tebaxê biryara qedexeya çalakiyan hate dayîn.

Di nav wan çalakiyan de meş, kampanyayên îmzeyan, çêkirina anketan, vedana kon û standan, daxuyaniyên çapemeniyê, belavkirina belavokan, xwepêşandan, çalakiyên rûniştinê û civînên bikom ên li derve 2 rojan hatine qedexekirin.

Parêzgariya Wanê îdia dike ku qedexe “ji bo rêgirtina li êrişan”, “parastina can û malê welatiyan”, “jinavbirina rêxistinên terorê” û “pêkanîna ewlehiya niştîmanî” hatiye ragihandin.

Li gorî daxuyaniyê, qedexe wan çalakiyan li xwe nagire ku bi destûra parêzgariyê ne. Li Wanê hefteya borî jî rojên şemî û yekşemê heman qedexe hatibû ragihandin.

Ev nûçe bi tevahî 830 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:24:43