Li Wanê 2 zarok di golê de xeniqîn

Li navçeya Qelqeliyê Wanê ya Bakurê Kurdistanê 2 zarok di nav golê de xeniqîn

4 Tebax 2023 - 04:05
4 Tebax 2023 - 04:05
 0
Li Wanê 2 zarok di golê de xeniqîn

Li gundê Çibuxliyê yê Qelqeliyê, duh Yusuf Bulut ê 15 salî û Mahsum Ozbey ê 16 salî ji bo avjeniyê ketin gola li gund û piştî demekê di nav golê de wenda bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên rizgarkirinê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di encama xebatên tîmên lêgerînê de termê Yusuf Bulut û Mahsum Ozbey ji nav golê hatin derxistin.

Termê her du ciwanan birin Saziya Pizîşkiya Dadî ya Wanê.

Ev nûçe bi tevahî 1016 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:19:59