Li Wanê bi hînceta PKKyê 6 kes hatin desteserkirin

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta “alîkarî û propagandaya PKKyê” 6 kes hatin desteserkirin.

28 Gulan 2024 - 07:15
28 Gulan 2024 - 07:15
 0
Li Wanê bi hînceta PKKyê 6 kes hatin desteserkirin

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku di navbera 20-26ê Gulanê de bi armanca rêgirîkirina çalakiyên rêxistinê operasyon hatine kirin.

Li parêzgeha Wanê di operasyonên cuda yên vê heftiyê de bi hinceta “alîkarî û propagandaya PKKyê” 6 kes hatin desteserkirin.

Derbarê kesên hatin desteserkirin karên yasayî hatine destpêkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

 

Ev nûçe bi tevahî 1065 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:28:28