Li Wanê bi hinceta PKKyê 9 kes hatin desteserkirin

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê hefteya borî bi “hinceta endamtiya PKKyê” 9 kes hatin desteserkirin.

30 Îlon 2025 - 10:04
30 Îlon 2025 - 10:04
 0
Li Wanê bi hinceta PKKyê 9 kes hatin desteserkirin

Birêvebiriya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku di navbera 21 û 28ê Îlona 2025an de bi hinceta “rêgirîkirina çalakiyên rêxistinê” operasyon hatin kirin.

Li gorî daxuyaniyê bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKyê” 9 kes hatin desteserkirin.

Hat zanîn ku derbarê kesên hatin desteserkirin de dest bi karên yasayî hatiye kirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, piştî destpêkirina pêvajoya çareseriya zext û operasyonên li hemberî siyasetmedar û çalakvanên Kurd kêmtir bûne.

 

Ev nûçe bi tevahî 80 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:16:55