Plana Trump a ji bo Xezeyê: Ramalah pêşwazî dike, Hemas bi guman e

Misir û Qeterê, plana Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji 20 xalan pêk tê ya ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê, gihandin Hemasê.

30 Îlon 2025 - 10:06
30 Îlon 2025 - 10:06
 0
Plana Trump a ji bo Xezeyê: Ramalah pêşwazî dike, Hemas bi guman e

Serokatiya Filistînê plan pêşwazî kir û amadehiya xwe ya ji bo xebatê nîşan da lê Hemasê ragihand ku plana Trump nêzîkî nêrîna Îsraîlê ye û ew dê ti pêşniyareke ku mafê çarenivîsê yê gelê Filistînê li xwe negire qebûl neke.

Koşka Spî "Plana Berfireh a Bidawîkirina Pevçûna Xezeyê" ya ji 20 xalan pêk tê eşkere kiribû.

Donald Trump, di civîneke çapemeniyê ya hevbeş a bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re ragihandibû ku heke alî li ser planê li hev bikin, dê "şer" yekser bi dawî bibe, Îsraîl dê gav bi gav ji Xezeyê vekişe, pêvajoyeke nû ya bêyî rola Hemasê dest pê bike û hemû dîl dê serbest bên berdan.

Netanyahu jî piştgirî dabû planê û gotibû ku ew "armancên şer pêk tîne."

Serokatiya Filistînê pêşwazî dike

Serokatiya Dewleta Filistînê li Ramalahê bi daxuyaniyekê hewlên Trump ên ji bo bidawîkirina şer pêşwazî kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Filistîn bawer dike ku Serokê Amerîkayê dikare rêyeke ber bi aştiyê ve bibîne û ew amade ne ku ji bo gihîştina peymana bi Amerîka, welatên herêmê û hevbeşên din re bi awayekî erênî û avaker bixebitin.

Serokatiya Filistînê şertên xwe ji bo peymanê rêz kirin û tekez kir ku divê peyman van xalan li xwe bigire:

• Rê li ber desteserkirina axê (îlhaq) û koçberkirina Filistîniyan bê girtin.

• Dawî li kiryarên yekalî yên ku yasayên navneteweyî binpê dikin bê anîn.

• Îsraîl bi temamî ji Zîvala Xezeyê vekişe.

• Axa Kerta Rojava, Qudsa Rojhilat û Zîvala Xezeyê di bin rêveberiyeke yekgirtî de bin.

Hemas: Pêşniyarên bêyî mafê çarenivîsê nayên qebûlkirin

Li aliyê din, kanala El-Kahîre News a Misirê li ser zarê berpirsekî ewlehiyê yê Misirî ragihand ku Qeter û Misirê plana Amerîkayê gihandine Hemasê û Hemasê jî ji wan re gotiye ku dê planê "bi awayekî erênî û objektîv binirxîne."

Her wiha yek ji birêvebirên Hemasê, Mehmûd Merdawî, ji televizyona El-Eqsayê re ragihand ku plana Trump nêzîkî nêrîna Îsraîlê ye.

Merdawî da zanîn ku xalên planê nezelal in, bi valahiyan dagirtî ne û ti garantî tê de nînin.

Wî îdia kir ku armanca planê ew e ku piştgiriya navneteweyî ya ji bo naskirina Dewleta Filistînê têk bibe.

Merdawî piştrast kir ku Hemas dê pêşniyara Trump binirxîne û wê bi komên din ên Filistînî re gotûbêj bike û got,"Hemas dê ti pêşniyareke ku mafê çarenivîsê yê gelê Filistînê di nav xwe de nehewîne û wan ji komkujiyan neparêze, qebûl neke."

 

Ev nûçe bi tevahî 16 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:49:10