Lı Wanê Dı Derbarê Peymana Lozanê de Semîner

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ragihand ku dê di 24'ê Tîrmehê de li Wanê semînerek bi navê "Peymana Lozanê" li dar bixe. Di semînerê de lêkolîner Kerem Serhedî û Cîhgirê Serokê Giştî yê PWK'yê Mehmet Can Azbay dê axivîn.

23 Tîrmeh 2026 - 12:33
23 Tîrmeh 2026 - 12:33
 0
Lı Wanê Dı Derbarê Peymana Lozanê de Semîner

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ragihand ku dê roja 24'ê Tîrmeha 2026'an, saet di 14:00'an de li navenda Wanê semînerek li ser Peymana Lozanê li dar bixe.

Li gorî agahdariya hatî belavkirin, serokatiya semînerê dê ji aliyê Serokê Teşkîlata Wanê ya PWK'yê Husamettîn Acar ve were kirin.

Du axaftvan dê beşdar bibin

Di semînerê de lêkolîner û nivîskar Kerem Serhedî û Cîhgirê Serokê Giştî yê PWK'yê Mehmet Can Azbay dê li ser Peymana Lozanê û bandora wê li ser pirsgirêka Kurdan axivîn.

Semîner dê li Bahçıvan Mahallesi, Artos Sokak, Ahmet Yavuzer İş Merkezi, Kat 3, No:20, Îpekyolu/Wan were lidarxistin.

 

Ev nûçe bi tevahî 57 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:51:48