Li Wanê erdhej çêbû

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê îro erdhej çêbû.

16 Hezîran 2023 - 09:51
16 Hezîran 2023 - 09:51
 0
Li Wanê erdhej çêbû

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) ragihand, îro 16ê Hezîrana 2023an li parêzgeha Wanê erdhejek çêbû.

Li gor AFADê, erdhej li navçeya Tuşpa ya Wanê û di demjimêr 12:54 xûlekan de çêbûye.

Hatiye ragihandin, hêza erdhejê 4.1 pileyê Rîxter û di kûrahiya 7.01 kîlometriya erdê de bûye.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, ji ber erdhejê ti zirar çênebûne.

Ev nûçe bi tevahî 794 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:25:43