Li Wanê erdhej çêbû

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ve erdhejek bi hêza 3.6 pile çêbû.

13 Tîrmeh 2023 - 05:08
13 Tîrmeh 2023 - 05:08
 0
Li Wanê erdhej çêbû

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) îro 13ê Temuzê 2023an li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, li navçeya Çaldiranê ya Wanê erdhejek çêbû.

AFADê da zanîn ku erdhej di demjimêr 06:32an de û bi hêza 3.6 pile çêbûye û kûrahiya wê 8.42 kîlometre di bin erdê de bûye.

Piştî erdheja 6ê Sibatê ku bandor li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kir, heta niha bi hezaran erdhej û paşlerze li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çêbûne.

Ev nûçe bi tevahî 1029 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:49:11