Li Wanê hemû çalakî 4 rojan hatin qedexekirin

Li Parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hemû cure xwepêşandan, meş, civîn, konferansên rojnamegeriyê, çalakiyên rûniştinê û vedana konan 4 rojan hatin qedexekirin.

6 Cotmeh 2023 - 03:57
6 Cotmeh 2023 - 03:57
 0
Li Wanê hemû çalakî 4 rojan hatin qedexekirin

Li bajarên Bakurê Kurdistanê qedexeyên bi hincetên cuda bi dawî nabin.

Li parêzgeha Wanê hemû cure xwepêşandan û çalakî, maweyê 4 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Wanê ragihand, “hemû curê xwepêşandan, meş, çalakiyên rûniştinê, vedana konan û standan û çalakiyên din” ji 6ê Çiriya Pêşîn heta 9ê Çiriya hatin qedexekirin.

Di daxuyaniyê de tê îdiakirin ku “bi armanca binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtinê li ber tawanan, parastina maf û azadiyên xelkê” biryara qedexeyê hatiye dayîn.

Li gorî daxuyaniyê, biryara qedexeyê çalakiyên bi destûra parêzgar û qeymeqaman li xwe nagire.

Ev nûçe bi tevahî 705 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:45:56