Li Wanê mînîbusa mamosteyan qeza kir: 12 birîndar

Li navçeya Qelqeliyê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê mînîbusa ku mamoste tê de bûn û kamyonetek li hev qelibîn.

28 Îlon 2023 - 05:37
28 Îlon 2023 - 05:37
 0
Li Wanê mînîbusa mamosteyan qeza kir: 12 birîndar

Li navçeya Qelqeliyê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê mînîbusa ku mamoste tê de bûn û kamyonetek li hev qelibîn.

Di encamê de 12 kes birîndar bûn, 9 ji birîndaran mamoste ne.

Hat zanîn ku mamosteyên Dibistana Seretayî ya Axruka Jêrê ya navçeyê di wê mînîbusê de bûn.

Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qelqeliyê.

Tevên birîndaran piştî midaxaleyên pêwîst ji nexweşxaneyê hatin derxistin.

Ev nûçe bi tevahî 943 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:00:05