Li Xurmatû teqînek pêkhat û bu sedema şehîd û birîndaran

Ji ber teqîna bombeyeke hatî çandin û di karwaneke wesayîtan a fermandariya Pêşmerge de li rojavayê Xurmatû teqî, efserek Pêşmerge şehîd bû, fermandarek û pêşmergeyek din jî birîndar bû.

5 Gulan 2017 - 05:45
5 Gulan 2017 - 05:45
 0
Li Xurmatû teqînek pêkhat û bu sedema şehîd û birîndaran

Rêveberê asayîşa Xurmatû Faruq Ehmed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 05.05.2017ê serê sibê di navbera gundê Zerge û qezaya Xurmatû, bombeyek hatî çandin di karwanê wesayîtên fermandariya lîwaya pênc a Şarezor a hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de teqiya û ji ber vê efserek Pêşmerge şehîd bû û du Pêşmerge jî birîndar bûn.’’

Herwaha got: ‘’Ew navçeya teqîn lê pêkhatiye, navçeyek çole û cîhê erebên sunne ye û rûniştvanên koçber lê ne û heta naha venegeryane, tenê hêzên Pêşmerge û li beramber wan jî çekdarên heşdî şeibî li wê derê ne.’’

Faruq Ehmed got, demeke çekdarên DAIŞê bi dizî dikevin sînor û bi rêya danîna bombeyên çandî ve ziyan didin hêzên Pêşmerge.

Li gor zanyariyên BasNewsê ew efserê ku şehîd bûye navê wî Cemal Fatih Ehmed e û rûniştvanê gundê Qelirx a navçeya Şarezore, fermandarê lîwa yê binavê Emîd Kawa Tofîq Mihemed Salih jî birindar bûye û herwaha Pêşmergeyê bi navê Birwa Mistefa ye.

Ev nûçe bi tevahî 1366 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:02:09