Li Zapê şer: Leşkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê leşkerekî wan hatiye kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.

12 Çile 2024 - 03:51
12 Çile 2024 - 03:51
 0
Li Zapê şer: Leşkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser kuştin û birîndarkirina leşkerên xwe daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, li nav axa Başûrê Kurdistanê, di navbera leşkerên Tirkiye û gerîlayên PKKyê de pevçûn derket.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê diyar kir ku di wê pevçûnê de Çawîşê Pispor ê Peyade Samet Aslan hatiye kuştin û leşkerekî din jî birîndar bûye.

Li gorî daxuyaniyê leşkerê birîndar sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin.

Ev nûçe bi tevahî 637 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:08:28