Li Zapê leşkerek hat kuştin

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Zapê leşkerekî wan hatiye kuştin.

22 Hezîran 2024 - 06:59
22 Hezîran 2024 - 06:59
 0
Li Zapê leşkerek hat kuştin

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, duh li herêma Zapê ya li Başûrê Kurdistanê di navbera leşkerê wan û gerîlayan de şerek qewimiye.

Hat gotin ku di vî şerî leşkerê bi navê Mehmet Alî Horoz hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniyê, Mehmet Alî Horoz çawişê pispor bûye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser kuştina leşkerê xwe ti agahiyên din nedane.

 

Ev nûçe bi tevahî 481 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:51:49