Meral Akşener li gel HDP'ê hevdîtin pêkanî
Meral Akşener a ku tevî ekîba xwe amadekariya avakirina partiyeke nû ya siyasî dike bi Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) re têkilî danî. Yek ji avakarên ekîba Akşenerê bi bi HDP'yiyekî pêşeng re hevdîtin pêk anî.

Meral Akşener a ku amadekariya partiyeke din a siyasî dike piştî hewldanên 4 mehan, 25ê cotmehê dest bi avakirina partiyeke nû dike. Armanca sereke ya partiya nû bo serokomariya Tirkiyê berendamtiya Akşenerê. Partiya nû bi kêmanî dixwaze Akşenerê bibe tûra duyemîn.
Li gorî nûçeya Nergis Demirkaya ya di Duvarê de belavbûye, di çarçoveya van temas û danûstendin de bi siyasetmedarên ku di nava tevgera kurd a siyasî de cî girtine jî hevdîtinek pêk hat. Herwiha bi endamekî HDPê re jî têkilî hate dayîn. Armanca vê hevdîtinê ji dawetkirina partiyê bêhtir li ser danûstendina fikrî û rûdanên herêmî şêwir bû.
Nûvekirina herî dawî: 00:58:16