Merasîma xula 27emîn a derçûna efseran li Zaxo birêve diçe

Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî merasîma derçûna efserên Akademiya Serbazî ya Zaxo birêve diçe.

26 Gulan 2022 - 06:04
26 Gulan 2022 - 06:04
 0
Merasîma xula 27emîn a derçûna efseran li Zaxo birêve diçe

Di merasîmê de amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hejmarek ji berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê birêve diçe.

Ev xuleya 27emîn a derçûna efseran e û tê de 499 Pêşmerge dibin efser.

Roja 22ê Gulanê jî bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, xuleya derçûna Pêşmerge û efseran li Kolîja Serbazî ya 3 li Qelaçiwalan birêve çû.

Ev nûçe bi tevahî 801 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:27:02