Mesrûr Barzanî: Ez êrişa Kirmanê şermezar dikim

Serokwezîr Mesrûr Barzanî teqînên li bajarê Kirmanê yê Îranê şermezar kir û ew teqîn weke “êrişeke tirsonek” bi nav kir.

4 Çile 2024 - 04:05
4 Çile 2024 - 04:05
 0
Mesrûr Barzanî: Ez êrişa Kirmanê şermezar dikim

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniya derbarê teqînên Kirmana Îranê de got:

“Ez êrişa hovane ya li Kirmanê şermezar dikim. Ez sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan û Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê re dixwazim. Ji birîndaran re şîfayê dixwazim.”

Li eyaleta Kirmanê ya Îranê li nêzîkî gora Qasim Silêmanî di nav kesên ku ji bo bibîranîna Qasim Silêmanî kom bûbûn de teqîn çêbûn.

Medyaya dewletê ya Îranê ragihand ku teqînên li Kirmanê êrişên terorîstî ne.

Hat ragihandin ku du teqîn çêbûne û di navbera wan de 10 xulek hebûne.

Di wan her du teqînan de 103 kesan canê xwe ji dest da û 188 kes jî birîndar bûne.

Qasim Silêmanî di 3yê Kanûna Paşînê ya 2020î de ji aliyê Amerîkayê ve li Bexdayê hatibû kuştin.

Ev nûçe bi tevahî 647 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:32:12