Mesrûr Barzanî: Bila Bexda dest ji zimanê tehdîdê berde
Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta sala nû ya zayînî peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de, sala nû ya zayînî li hemû gelê Kurdistanê û cîhanê pîroz kiriye û hêviya wê yekê jî xwastiye ku sala nû bibe saleka xweş û aram bo her kesî.
Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê behsa rewşa Kurdistanê û helwesta Bexdayê li hembe Herêma Kurdistanê jî kiriye û gotiye, ew rewşa ku niha gelê Kurdistanê tê de ye ji ber siyaseta despotîk ya Bexdayê ye. Divê Bexda dest ji zimanê tehdîdê berde û gelê Kurdistanê ceza neke û guh bide gaziyên aştiyane yên Kurdistanê.
Mesrûr Barzanî her wiha gotiye, çareya herî baş bo arîşe û kirîzên Kurdistanê, hilbijartinên giştî ye.
Nûvekirina herî dawî: 21:44:21