Mesrûr Barzanî: Bila Remezan bibe meha xêr û xweşiyê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê meha Remezanê pîroz kir.

18 Sibat 2026 - 10:44
18 Sibat 2026 - 10:44
 0
Mesrûr Barzanî: Bila Remezan bibe meha xêr û xweşiyê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo hatina meha Remezanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serokwezîr di peyama xwe de hêvî xwest ku meha Remezanê bibe meha xêr, xweşî, aştî û bexşandinê.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got, "Em ji Xwedayê Mezin dua dikin ku rojî û îbadetê hemû aliyan qebûl bike."

Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê roja yekem a meha Remezanê diyar kir.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, çarşem roja yekem a meha Remezanê ye.

 

Ev nûçe bi tevahî 23 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:53:21