Mesrûr Barzanî cejna Qewiltasê li Kakeyîyan pîroz dike

15 Çile 2025 - 08:12
15 Çile 2025 - 08:12
 0
Mesrûr Barzanî cejna Qewiltasê li Kakeyîyan pîroz dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi helkeftina cejna Qewiltasê peyamekê pêşkêşî Kakeyîyan (Yarisanan) dike, herwesa rêz û hurmetan ji bo qurbanîdan û rolê niştîmanperwerane yê Kakeyîyan wekî pêkhateyeke resen a Kurdistanê diyar dike.

Ev jî naveroka peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye:

Bi helkeftina Yarên Qewiltasê, ez germtirîn pîrozbahiyan pêşkêşî xûşk û birayên Kakeyî (Yarisan) li Kurdistan û cîhanê dikim. Ez hêvîdar im herdem di şahî û asodebûnê de bin.

Me rêz û hurmeteke zêde ji bo qurbanîdan û rolê niştîmanperwerane yê xûşk û birayên Kakeyî wekî pêkhateyeke resen a Kurdistanê heye.

Cejna Yarên Qewiltasê pîroz be û her di xweşiyan de bijîn.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

 

Ev nûçe bi tevahî 669 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:37:22