Mesrûr Barzanî daxwaza qerebûkirina qurbaniyên destê rejîma Beisê dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di salvegera jenosîda Kurdên Feylî de, daxwaz ji Bexdayê dike ku berpirsiyariya xwe ya yasayî û destûrî bi cih bîne û ziyandîtiyan qerebû bike.

Serokwezîrê Mesrûr Barzanî îro 4ê Nîsanê bi boneya 46emîn salvegera jenosîda Kurdên Feylî peyamek belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişandiye ser wê yekê ku pêlên jenosîda Kurdên Feylî ji aliyê rejîmên berê yên Iraqê û bi taybetî rejîma Beisê ve hatine kirin û bûne sedema şehîdkirin, derxistin, bêserşûnbûn û desteserkirina mal û milkên sed hezaran welatiyên Kurdên Feylî.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi pêwîst dizane ku hikûmeta federal bi awayekî şayiste malbat û kesûkarên şehîdan û ziyandîtiyên Kurdên Feylî, şehîdên kîmyabaranê, Enfalkiriyan û hemû qurbaniyên destê rejîma berê ya Îraqê qerebû bike.
Di dawiya peyama xwe de serokwezîr got: "Di vê bîranîna xemgîn de, em serê rêz û hurmetê li ber giyana pak a şehîdên Kurdên Feylî û hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin."
Jenosîda Kurdên Feylî
Di destpêka meha Nîsana sala 1980î de, rejîma Beisê ya Îraqê bi serokatiya Sedam Husên dest bi pêleke berfireh li dijî Kurdên Feylî yên li Bexda û parêzgehên din ên navîn û başûrê Iraqê kir.
Di vê proseyê de bi sedhezaran welatiyên Kurdên Feylî bi hinceta "eslê wan Îranî ye" ber bi Îranê ve hatin koçberkirin û regeznameya Iraqî ji wan hat standin, di heman demê de dest bi ser hemû mal, milk û sermayeyên wan de hat girtin.
Tevî vê yekê, rejîma Beisê zêdetirî 20 hezar ciwanên Feylî girtin û paşê di gorên bikom de zindî binax kirin.
Di sala 2010an de Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê biryar da ku ew pêlên li dijî Kurdên Feylî hatine kirin, wek tawana jenosîdê werin naskirin, lê belê heta niha beşeke mezin ya qurbaniyan û kesûkarên wan bi awayekî şayiste nehatine qerebûkirin.
Nûvekirina herî dawî: 12:02:22




































































































































































