Mesrûr Barzanî: Dengê Kurdistanê platforma şoreşê, Pêşmergeyên qehreman û gelê Kurdistanê bû
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi boneya 60 saliya damezrandina Dengê Kurdistanê peyameke pîrozbayî belav kir û tê de ragihandi, “Dengê Kurdistanê xwedî dîrokeke dirêj û hemû şanazî serwerî ye di berevanîkirina li mafên rewa yên gelê Kurd de.

Peyama pîrozbahiyê ya Cîgirê Serokê PDKê:
Rêvebir, stafa birêvebirinê û karmendên rêzdar ên Dengê Kurdistanê:
Bi boneya 60 saliya damezrandina Dengê Kurdistanê, bi germî pîrozbahiyê li we dikim û hêviya pêşketin û berdewamiyê ji we re dixwazim.
Dengê Kurdistanê xwedî dîrokeke dirêj û hemû şanazî serwerî ye di berevanîkirina li mafên rewa yên gelê Kurd de û dengê resen, rasteqîne û sekoyeke rastgo ya şoreşê, Pêşmergeyên qehreman, gelê Kurdistanê û hemû azadîxwazan bû. Herwiha dibistanek ji bo perwerdekirina bi dehan rojnamevan, ragihandkar, kadro û serkirdeyên jêhatî bû.
Di vê boneyê de, bi rêz û pêzanînê ve hemû xebatkar û têkoşerên ku di qonaxên cuda de li ser vê sekoyê xizmet kirine, bibîr tînin.
Destxweşiyê li we dikim û hêciya pêşkeftinên zêdetir ji we re dixwazim.
Mesrûr Barzanî
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûvekirina herî dawî: 16:53:57