Mesrûr Barzanî: Divê parlamen were çalakkirin û dawî li xitimîna siyasî were anîn

erokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh 2ê Hezîrana 2026an, pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê Patrick Durel kir.

3 Hezîran 2026 - 10:16
3 Hezîran 2026 - 10:16
 0
Mesrûr Barzanî: Divê parlamen were çalakkirin û dawî li xitimîna siyasî were anîn

Di civînê de, tevî tekeziya li ser xurtkirina têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê di warên cuda de, rewşa giştî ya Iraq û navçeyê hat gotûbêjkirin. Herwiha nêrîn li ser girîngiya parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê hatin guhertin.

Di beşeke din a guftûgoyan de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser pêwîstiya çalakkirina Parlamena Kurdistanê, çareserkirina kêşeyan bi hestê berpirsyariyê û dawîanîna bi xitimîna proseya siyasî li Herêma Kurdistanê kir.

Herwiha guftûgo li ser giringiya piştgirîkirina hikûmeta federal ji bo rûbirûbûna astengî û kêşeyên ewlehî, aborî û darayî hat kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 32 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:55:50