Mesrûr Barzanî: Em xebata hevpar û hevgirtina hemî pêkhateyan tekez dikin

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 26ê Gulana 2025ê) peyamek weşand û tê de ragehand, “Di salvegera 49ê ya Şoreşa Gulanê de, em hemî têkoşer, xebatkar, fermandar û Pêşmergeyên qehreman ên ku tevlî vê şoreşê bûne bibîr tînin.”

26 Gulan 2025 - 12:27
26 Gulan 2025 - 12:27
 0
Mesrûr Barzanî: Em xebata hevpar û hevgirtina hemî pêkhateyan tekez dikin

Mesrûr Barzanî herwesa gotiye, “Şoreşa Gulanê, wekî berdewamiya Şoreşa Îlonê bi serokatiya rêberê me yê neteweyî Barzaniyê Nemir, pilana dijminên Kurdistanê têk bir û bi rêya fedakarî û berdewambûna xebat û têkoşînê asoyeke nû ji bo gelê Kurdistanê vekir.”

Peyama Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî

Di salvegera 49ê ya Şoreşa Gulanê de, bi rêz û hurmeteke zêde, em hemî têkoşer, xebatkar, fermandar û Pêşmergeyên qehreman bibîr tînin, ku tevlî vê şoreşê bûn û bi şkodarî û baweriyeke bilind bergirî ji gelê Kiurdistanê kir.

Şoreşa Gulanê, wekî berdewamiya Şoreşa Îlonê bi serokatiya rêberê me yê neteweyî Barzaniyê Nemir, pilana dijminên Kurdistanê têk bir û bi rêya fedakarî û berdewambûna xebat û têkoşînê asoyeke nû ji bo gelê Kurdistanê vekir.

Di bîranîna serhildana Şoreşa Gulanê de, em tekezê li ser karkirina hevpar û tebayî û yekhelwestî û xebata hemî pêkhate, hêz û aliyên Kurdistanî dikin, ku ew yekrêzî yek ji bingehên bibiha yên Şoreşa Gulanê bû û bû sedema çêbşna Bereyê Kurdistanî û serkeftina Serhildana Adara 1991ê û bidestxistina hemî destkeftiyên niştîmanî.

Di bîranîna serhildana Şoreşa Gulanê de, silav li canê pak ê Barzaniyê Nemir û Kek Îdrîsê herdem libîr û hemî şehîdên Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê

26.05.2025

 

Ev nûçe bi tevahî 245 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:10:04