Mesrûr Barzanî: Emê rêyên nû yên bazirganiyê xurt bikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêbend e ku di demeke nêzîk de rêyên nû yên bazirganî berfireh bike û berhemên zêdetir hinardeyî derve bike.

18 Çile 2023 - 04:18
18 Çile 2023 - 04:18
 0
Mesrûr Barzanî: Emê rêyên nû yên bazirganiyê xurt bikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 18ê Çileya 2023an li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Di kêmtirî neh mehên borî de em hevkar bûn di danîna berhemên nû yên Kurdistanê li supermarketên seranserê çar welatên Kendavê.”

Ragihand jî: “Ez bi biryar im ku rêyên nû yên bazirganiyê xurt bikin, zêdetir hinarde bikin û veberhênanê di warên din de ên wek bank, enerjî û teknolojiya darayî de bikin.”

Barzanî di twîttera xwe de wiha got: “Hevalbendên me jî dê alîkariya me bikin.”

Ev nûçe bi tevahî 481 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:27:33