Mesrûr Barzanî: Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim sala nû ya Koçî bibe sala pêşketina Kurdistanê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek bi boneya sersala nû ya Koçî belav kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek bi boneya sersala nû ya Koçî belav kir û ragihand: “Ez ji Xwedayê mezin û dilovan daxwaz dikim, sala nû, bibe sala xêr û xweşî û pêşketin û geşbûna zêdetir a Herêma Kurdistanê û seqamgîrbûna aştî û aramiyê li Iraq û navçeyê.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Bi boneya hatina sersala nû ya Koçî ya 1444an, pîrozbahiyên herî germ arasteyî misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.”
Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Em ji Xwedayê mezin û dilovan daxwaz dikin, sala nû, bibe sala xêr û xweşî û pêşketin û geşbûna zêdetir a Herêma Kurdistanê û seqamgîrbûna aştî û aramiyê li Iraq û navçeyê.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha diyar kir: “Sala nû ya Koçî pîroz be û Kurdistan her dem aram û avedan be.”
Nûvekirina herî dawî: 03:09:21