Mesrûr Barzanî li ser êrişên li Herêma Kurdistanê daxuyanî da

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrişên li deverên sivîl û Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê şermezar kirin û got, "Ev nayê qebûlkirin."

6 Avrêl 2026 - 10:27
6 Avrêl 2026 - 10:27
 0
Mesrûr Barzanî li ser êrişên li Herêma Kurdistanê daxuyanî da

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser êrişan daxuyaniyek belav kir.

"Ev nayê qebûlkirin"

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Ez bi tundî wan êrişên kirêt ên milîsên terorîst şermezar dikim ku Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê û deverên sivîl ên li Hewlêrê kirine armanc.

Ev destdirêjiyên biqestî, ji bo ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê, Îraq û herêmê bi giştî gefeke cidî û metirsîdar in. Ev karekî ku nayê qebûlkirin e."

Banga ji bo hikûmeta Bexdayê

Mesrûr Barzanî di berdewamiya daxuyaniya xwe de bangî hikumeta Îraqê kir û got:

"Ez careke din bi eşkereyî daxwazê ji hikûmeta federal a li Bexdayê dikim ku li dijî van komên çekdar û milîsên li derveyî yasayê, gavên lezgîn, bibiryar û pratîk biavêje.

Erka hikumeta federal e ku hemû amûr û şiyanên xwe ji bo rêlibergirtina van êrişên terorîstî bi kar bîne û berpirsên van êrişan ji bo darizandinê bikişîne ber dadgehê."

 

Ev nûçe bi tevahî 23 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:27:59